Di şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê de 5 leşker hatin kuştin

Di şerê li çolistana Sûrî ya di navbera hêzên Hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê de 5 leşkerên hikumetê hatin kuştin.

Li eniyên çolistana Resafê ya Reqayê, di navbera hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê û çeteyên DAIŞ’ê şer rû da.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan , Di encama şer de, 5 leşkerên hêzên hikumetê û alîgerên wî hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku piştî vî şerî balafirên şer yên Rûsyayê bi dijwarî êrîşî herêmên belavbûna çeteyên DAIŞ’ê yên li çolistan Sûrî kir.

Duh li çolistana Tedmur yê li rojhilatê Humsê jî, di encam teqîna mayînek ku çeteyên DAIŞ’ê danîbû 4 endamên alîgerên hikumetê hatin kuştin

Back to top button