
Rêveberê Partiya Sûriya Pêşerojê li rojhilatê Dêra Zorê, Mihemed El-Zayêd diyar kir ku armanca sûcên ku li herêmê pêk tên, têkbirina vîna siyasî ya gelê Sûriyê ye.
Derbarê de Mihemed El-Zayêd got:
”Armanca sûcên kuştinê li Bakrê Rojhilata Sûriyê û li Dêre Zorê bi taybet têkbirina ewlehî û aramiya li herêmê ye.”
El-Zayêd piştrast kir ku piraniya kesên ku tên hedefgirtin karmendên Rêveberiya Xweser, şervanên QSD’ê, rûspî û şêxên eşîran ên ku alîgirê vê projeyê ne.
Armanca qetilkirina van kesayetan jî, ew e ku dev ji karê di nav saziyên Rêveberiya Xweser an jî nava QSD` de berdin.
Da ku li herêmê fitneyê çêbikin û projeya Rêveberiya Xweser li Bakurê Rojhilatê Sûriyê têk bibin.”