XEZEBA ZEYTÛNÊ: 4 ÇETEYÊN DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN Û 5 JÎ BIRNÎDAR BÛN

Endamên Xezeba Zeytûnê ragihand ku wan çalakiyek li dijî çeteyan pêk aniye û di encamê de 4 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn..

Doh teqînek li nîvê Efrînê pêk hat..

Endamên Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê ev teqîna li dijî çeteyan pêk hatiye, girtin ser xwe..

Xezeba Zeytûnê têkildarî vê çalakiyê ev agahî dan..

7’ê Nîsanê Endamên Xezeba Zeytûnê li kolana Marata ya navenda bajarê Efrînê mayînek bi kombûna çeteyên bi navê Ehrar El-Şerqiyê ve teqandin..

Di encamê de 4 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Xezeba Zeytûnê eşkere kir ku, ev çalakî ji bo tolhildana şehîdên Efrînê ye û sûcên ku dagirkeriya Dewleta Tirk derheqê şêniyan pêk tîne ye.

Endamên Xezeba Zeytûnê di daxuyaniya xwe de careke din teqezî li ser wê yekê kirin ku heta rizgarkirina Efrîn û herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirkiy de ewê çalakiyên xwe bidomînin.

Leave a Reply

Back to top button