IOM: Di 6 mehan de 1146 koçber di avê de mirin

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) ya di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de kar dike, ji bo pêla koçberiyiya bi rêya deryayî hişyarî da. Rêxistinê ragihand ku jimara koçberên bêserûber ên ku dema dixwestin bi rêya deryayî derbasî Ewropa bibin û xeniqîne, du qat zêde bûye.

Rêxistinê rapora xwe ya 6 mehên despêka sala 2021’an ya li ser mijarê eşkere kir.

Li gorî raporê, di nava 6 mehên despêkê de, 1145 koçberên ku bi awayekî bê serûber hewil didan xwe bigihênin Ewropa di avaê de xeniqîne.

Ev dane di 6 mehên despêka sala 2020’an de, 513 bû.

Ev yek jî dide xuyakirin ku jimara koçberên li nava deryayê xeniqîne du qat zêde bûne.

Di daxuyaniyê de, ji welatên peywendîdar hate xwestin di çarçoveya zagonên navnetewî de erkê dikeve ser milê wan pêk bîne.

Hat ragihandin ku di şeş mehên destpêkê yên salê de 741 kes di ser rêya Lîbya û Afrîkaya Bakur dema dixwestin xwe bigihînin Ewropa di avê de xeniqîne.

Back to top button