Koçberên Tîgrayê di nava şer de mane

Eniya Rizgariya Gel a Tîgra ji bo bidestxistina herêmên welat yên di destê artêşa Etiyopya de ne, dest bi operasyonê kir.
Koçberên li başûrê welat jî di nava şer de mane.

Berdevkê Hêzên Ewlekariyê yên Tîgrayê Getachew Reda anî ziman ku wan 12’ê Tîrmehê li dijî artêşa Etiyopya êrişek daye despêkirin û wiha got:

Bi taybetî li dijî leşkerên li herêma başûrê Tîgrayê êrişê dest pê kir.

Me beşeke mezin a Tîgrayê ewle kir.”

Xebatkarên rêxistina mirovî yên li herêmê diyar kirin ku li nava kampê şer qewimî ye û Erîtreyiyên ku li kampê ne, dest ji malên xwe berdane.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî bang li hêzên li herêmê kir ku gel biparêzin.

Konseya Mafên Mirovan a NY jî ji bo rawestandina şer bang li artêşa Erîtreyê kir ku xwe ji herêmê vekişîne.

Şerê navbera hêzên Tîgrayî û artêşa Etiyopyayê de, 4’ê Mijdara 2020’an despêkiribû.

Piştî 8 me ji şerê navbera aliyan, hêzên Tîgrayê karîn di meha Hezîranê de careke din paytext Mekele kontrol kiribû.

Back to top button