Îmarat balyozxaneya xwe li Tel Avîvê vekir

Îmaratê di çarçoveya geşkirina peywendiyên xwe bi Îsraîlê re, balyozxaneya xwe ya li Tel Avîvê bi merasîmekê vekir.

Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog di şahiyê de axivî û got:

Vekirina balyozxaneyê di rêwîtiya hevpar ya ber bi paşeroj, aşîtî , pêşdeçûn û aramiya Rojhilata Navîn de, xalek girînge.

Di meha Hizêranê de serdana Wezîrê Karên Dervê yê Îsraîlê ji bo Ebû Debî pêk hatibû.

Piştî vê yekê balyozxaneya Îmaratê bi awayekî fermî hat vekirin.

15′ Îlona 2020’an Îmarat û Îsraîl li Koşka Spî peymana asayîkirina pêwendiyan îmze kirbûn.

Niha jî piştî wê yekê di navbera Îsraîl û Îmarat de peymanên çandinî û bazirganiyê hatin îmze kirin.

Di demên dawiyê de peymanên bazirganî, veberhênan, mediya, tenduristî û asmanî jî, hatin îmzekirin.

Back to top button