MSD’ê civînek ji oldarên Helebê re li dar xist

Endamên MSD’ê civînek ji oldarên Helebê re li dar xist, û tê de hate gotin ku ji bilî diyaloga sûrî-sûrî ne pêkan e çareserî ji aloziya Sûriyê re were dîtin.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi oldarên li taxa Şêxmeqsûd ya Helebê re civîn û pêşdeçûnên siyasî yên dawî şîrove kirin.

Oldaran di civînê de bang li hikumeta Şamê kir ku bersiva lidarxistina diyalogê bide ku gelê Sûriyê were rizgarkirin.

Piştî civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, endama Nivîsgeha Têkiliyên MSD’ê Fatme Hisîno diyar kir ku Sûriyê welatekî pir netewe, pir ol û pir mezheb e, bêyî dayîna mafên rewa ji van pêkhateyan re axaftina li ser çareseriya krîzê ne pêkan e.

Fatme Hisîno da zanîn ku pêwîst e MSD’ê bibe parçeyek ji çareseriyê.

Endamê Meclisa Hevserokatiya MSD’ê Mirî El-Şiblî jî axivî û diyar kir ku bandora oldar û zanyarên ol li ser civakê hene, lewma oldar rast be civak jî rast dibe.

Back to top button