Seed El-Herîrî navên 24 wezîrên pispor pêşkêşî serokê welêt kirin

Seed El-Herîrî yê ku ji bo avakirina hikûmeta Libnanî hatiye erkdarkirin, navên 24 wezîran pêşkêşî serokê welêt kir.

Seed El-Herîrî ji bo avakirina hikûmeteke nû, li gorî însiyatîfa Fransa û ya serok Nebîh Berî, navên 24 wezîrên pispor pêşkêşî serok Mîşêl Ewn kirine.

El-Herîrî got:

“Li gor min, ev hikûmet dikare rê li ber hilweşîna welêt bigire. Hêvîdar im ku serok Ewn der barê vê pêşniyarê de, bersiveke erênî bide”.

Di çarçoveyê de, Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî bi armanca misogerkirina aramiya Libnanê, piştgiriya xwe ji bo avakirina hikûmeta El-Herîrî nîşan da.

Back to top button