Desteya Perwerdeyê ya Cizîrê encamên ezmûnên amadehî eşkere kirin

Tevî hemû destkeftî û gavên ku di şoreşa Rojava de hatin avêtin, ji gavên herî pîroz û bi nirx, perwerde û xwendina bi zimanê dayikê bû.. Îro jî di vî warî de serkeftinek din hat bidestxistin. Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê encamên ezmûnên asta amadehî eşkere kir.

3 hezar û 172 xwendekar tevlî ezmûnên beşên zanistî û wêjeyî yên asta amadehî bûbûn.

Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê encamên ezmûnên asta amadehî yên beşên wêjeyî, zanistî û pîşesazî, eşkere kir.

Li gorî Desteyê, Pileyên qonaxa amadehî yên beşê wêjeyî 700 e û yên beşê zanistî jî 800 e.

Xwendekarê ku ji sedî 40’î kom bike, serkeftî ye û pileya serkeftinê ji bo her biranşekî jî ji sedî 40 e.

Xwendekarên ku heta niha nekarîne encamên xwe derxînin, dikarin bi rêya vê lînka ku li ser ekranê ye bibînin.

Nûçegihanê televizyona me xwe gihand çend xwendekarên serkeftî ku pileyên herî bilind kom kirine û peyamên wan bi par ve kirin.

Back to top button