HRE: Li Efrîn û Babê 6 çete û 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê bi çalakiyan bersiva sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku li herêmên dagirkirî pêk tînin didin.
HRE’yê diyar kir li Efrîn û Babê li dijî dagirkeran çalakî hatin lidarxistin.
Hat diyar kirin 6 çete û 3 leşkerên dewleta Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên bersivdayinê yên Hêzên Rizgariya Efrînê berdewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê çalakiyên li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HRE’yê diyar kir hêzên wan li herêma Efrînê û Babê li dijî dagirkeran çalakiyên bi bandor pêk anîn û ev agahî parve kir;

“27’ê Hezîranê, li Babê li hember çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê hat lidarxistin.
Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

5 û 6’ê Tîrmehê, li nêzî bajarokê Marê, di encama çalakiyên sekvanî de 3 çete hatin kuştin.

14’ê Tîrmehê, li nêzî bajarokê Marê, di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hat kuştin.

Heman rojê li gundê Meryemînê yê Şera li hember çeteyên dagirker çalakiyek taybet hat lidarxistin.

Li gundê Gobelê yê navçeya Şêrawa li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hate lidarxistin û di encamê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di encama çalakiyên şervanên wan de bi giştî 9 leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û 3 wesayîtên zirxî û cihekî cebilxaneya dagirkeran jî hat rûxandin.

Back to top button