EYŞE HISO: BERDÊL ÇI DIBE BILA BIBE EMÊ EFRÎNÊ RIZGARKIN

Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso diyar kir ku armanca Erdogan ew e hemû destkeftiyan Kurdan ji holê rake.
Lê belê berdêl çi dibe bila bibe ewê bi rihê Avesta Xabûr Efrînê rizgar bikin.
Ayşe Hiso îşaret bi hilbijartinên herêmî li Tirkiyê jî kir û got , gelê Kurd bersivek baş da Erdogan.

Yekîtiya Jinan a Sara ya Swêdê, li bajarê Orebro yê Swêdê 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî.

Di kongreyê de Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin.

Jinên Kurd diyar kirin, heta ku tecrîd bi dawî bibe û Ocalan azad bibe ew ê bi biryardarî têbikoşin.

Jinên ji çar beşên Kurdistanê yên li 7 bajarên Swêdê ne, di kongreyê de li hev civiyan.

Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso di kongreyê de rewşa dawî ya li Kurdistanê nirxand.

Eyşe Hiso diyar kir ku dewleta Tirk ji bo destketiyên Kurdan ên li Rojava ji holê rake her tiştî dike û got:

“Efrîn a me ye, berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin. Heta ku sekna berxwedêr a dayikên şehîdan, ruhê têkoşînê yê Avesta Xabûran hebe, em ê Efrînê ji Erdogan re nehêlin.”

HEVSEROKA PYD’Ê EYŞE HISO:
GELÊ KURD BERSIVEK BAŞ DA ERDOGAN

Eyşe îşaret bi hilbijartina herêmî li Tirkiyê jî kir û ev tişt anî ziman:

“Gelê Kurd bersiva herî baş li ser sindoqê da Erdogan. Li Tirkiyê krîza siyasî û aborî heye.

Ev encamên hilbijartinê wê bêhnê bîne ber gelên alîgirê demokrasiyê.”

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso hemû berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir û axaftina xwe weha bi dawî kir:

Gelê Kurd ti carî tecrîdkirina rêber Ocalan qebûl nake.

Em ên ku DAÎŞ qedand, bi ruhê berxwedana Leyla Guven dikarin planên qirêj ên dewleta Tirk ji holê rakin.

Leave a Reply

Back to top button