Bi sedan kes li ber sînorê Efxanistan-Pakistanê kom bûn

Belê herî dawî çekdarên Talîbanê dergehê sînorê Spin Boldak kontrol kirin.
Li bajarê Çaman yê Efxanistanê ku li ber sînorê Pakistanê ye, bi sedan kes kom bûn.
Artêşa Pakistanê jî ji bo belavkirina wan kesan gaza rondikrêj bikar anîn.

Her çiqasî hikumeta Efxanistanê ketina dergehê sînorê Spin Boldak ya destê Talîbanê red dike jî, lê dimenên ku ji herêmê tê, xuya dike ku ala Talîbanê li ser dergeh li ba dibe.

Talîbanê jî doh bi daxuyaniyekê kontrolkirina dergeh ya ji aliyê hêzên xwe ve piştrast kiribû.

Dergehê ku li bajarê Çaman yê Efxanistanê ye, xwedî stratejiyeke sereke ye.

Piştî kontrolkirina derî bi rojekê bi sedan Efxanî li ber sînor hatine ragirtin.

Back to top button