Welatiyan bi şêwazê komînal pirsgirêka xwe ya jenaretorê çareser kir

Ji ber birîna ava feratê ev demeke pirsgirêka elektrîkê jî heye. Şêniyên tax û gundên herêma Cizîrê bi derfetên xwe hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin.

Şêniyên gundê Sîha yê biçûk ê Tirbespiyê ya kantona Qamişlo,bi piştgirî û hevkariyê pirsgirêka elektrîkê a gundê xwe re heta astekê çareser kirin.

Şêniyan bi hevkariya komîna gund, du jeneratorên ampêran kirîn û li gund danîn.

Derbarê mijarê de hevserokê komîna Ş.Mûrad ê gundê Sîha Ebd-Elkerîm Xelef diyar kir ku wan civînek ji gundiyan re li dar xist tê de li hev kirin ku du jeneratoran bikirin.

Xelef diyar kir komîteya Aborî ya komînê jî alîkarî ji welatiyan kom kir û du jenerator hatin kirîn.

Back to top button