Li Idlibê di toparana hêzên hikumeta Şamê de 10 kes hatin kuştin

Li Idlibê şer û pevçûn dewam dikin. Di topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li ser deverên çeteyên dewleta Tirk de 10 kes hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku Hêzên hikumetê vê sibehê bi moşekan herêma Mesbeh a bakurê rojhilatê Idlibê topbaran kir

Çavdêriyê da zanîn di êrişê de yek jê zarok 6 kes hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn.

Hat diyar kirin di topbarana hêzên hikumetê a li dijî herêma Ibilîn a Çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê de jî, 3 kes hatin kuştin, 4 jî birşndar bûn.

Her weha hat gotin hêzên hikumetê herêma Tedlîn a li rojavayê Helebê topbaran kir.

Li gorî Çavdêriyê, di topbarnê de kesek hat kuştin.

Hat ragihandin artêşa Tirk a dagirekr jî cih û deverên hêzên hikumetê yên li Me’iret El-Numan ê li Başûrê Idlibê topbaran kirin.

Hat gotin di heman demê de çeteyên dewleta Tirk jî, deverên hêzên hikumetê yên li herêma Corîn a li Sehil Xab a bakurê rojavayê Hemayê topbaran kir.

Back to top button