Li Afrîkaya Başûr, li dijî xwepêşandêran bicihkirina 25 hezar leşkerî di rojevê de ye

Li Afrîkaya Başûr, aloziya heyî kûrtir dibe. Hikumeta welat plan dike ku li dijî xwepêşandêran 25 hezar leşkeran erkdar bike.

Îro 7 rojin li Afrîkaya Başûr xwepêşandêr û alozî lidare.

Di nava 6 rojên derbasbûyî de tevî aloziya heyî, xwepêşandanan bandor li xebata çandinî, hilberîn û parzûngehên neftê kir.

Niha jî fikar derket ku dibe ku li welêt kêmasiya xwarin û sotemeniyê hebe.

Ji dema xwepêşandanan dest pê kirî û heta niha, 72 kes mirin û hezar û 200 kes jî hatine binçavkirin.

Li hinek herêman jî talanî pêk tê.

Wezîra Parastinê Nosiviwe Mapisa-Nqakula doh di axaftina xwe ya ji parlamentoyê de, daxwaz kir ku jimara leşkerên li dijî xwepêşandêran ji 5 hezarî bigihînin 25 hezarî.

Wezîr li ser dema ku leşker dê li kolanan bin şîrove nekir.

Ev rûdan piştî ku serokomarê berê Jacob Zuma hate girtin bi rojekê dest pê kiribûn.

Back to top button