Rêxistina Efûyê nerazîbûn nîşanî zextên li ser koçberên li Lîbya da

Koçber û penaberên li Derya Spî hatibûn girtin ji bo Lîbya hatibûn şandin.
Ev koçber hatibûn binçakirin û zext li wan hatibûn kirin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî nerazîbûn nîşanî vê yekê da.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî raporeke nû weşand û diyar kir ku Midûriyeta Têkoşîna Li Dijî Koçberiya Îllegal a Lîbyayê (DCIM) du navendên destgîrkirinê xistiye bin kontrola xwe û binpêkirinên mafên mirovan meşrû dike.

Di salên dawîn de bi sedan penaber û koçber li van deran bi darê zorê tên windakirin.

Ev der di bin kontrola milîsan de ye.

Li gorî raporê şahid diyar dikin ku gardiyan tecawizî jinan dikin û gardiyan ji bo xwarinê seksa bi darê zorê li ser koçberan ferz dike.

Alîkarê Midûrê Herêma Berpirsyariya Afrîkaya Bakur a Rêxistina Efûyê Dîana El-tahawy got:

“Ev rapor zext û şîddeta li ser koçber û penaberan zelal dike.

Ev koçber û penaberên tên girtin, bi awayekî sîstematîk şîddet û şîddeta zayendî li wan tê kirin.

Di heman demê de rayedarên Lîbyayê ev kesên şîddet kirine jî xelat dike.

Rêxistina Efûyê bang li rayedarên Lîbyayê kir ku bila van navendên destgîrkirinê bidin girtin.

Rêxistina Efûyê nerazîbûn nîşanî hevkariya sûc a dewletên Ewropayê jî da û got:

“Divê welatên Ewropayê hevkariya bi Lîbyayê ya ji bo kontrola sînoran bide sekinandin û divê alîkariyê bide bi hezaran kesên pêdiviya wan bi parastinê heye.”

Back to top button