Koçberên li kampa Ebû Qibêi: Biryara NY dijî gelê Sûriyê neheqî û dermirovî ye

Koçberên Idlibê ku li kampa Ebû Qibêi ya li bajarê Reqayê dimînin destnîşan kir ku alîkariyên mirovî yên ku di deriyê Bab El-Hewa re derbas dibin naghêjin wan û tenê komên çete jê feydê dibînin.
Koçberan ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî bang li NY kir ku ku Derîyê Til Koçer vekin.

Di 9’ê tîrmehê de, Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê biryarnameya ku dergehê Bab El-Hewa ya sînorî yekane dergehê ku alîkariya mirovî tê re derbasî Sûriyê bibe, erê kir

Dergeha Bab El-Hewa ku di bin kontrola çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û Cebhet El-Nusra ya ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk a dagirker werdigirin, alîkariyên mirovî bi rêya vê dergehê derbas dibin.

Lê ya balkêş ku ew e alîkariyên ji bo gelê Sûriyê tê şandin, nagihê destê gelê Sûriyê, komên çete destê xwe datînin ser.

Der barê vê yekê koçberên Idlibê yên li kampa Ebû Qibêi ya li gundewarê başûrê Reqayê ye, dimînin, ji ajansa Hawarê re nerînên xwe anîn ziman.

Koçber û berpirsê nuqteyeke tibî yê kampa Ebû Qibêi Hisên Elî axivî û diyar kir ku piraniya koçberên kampê ji Idlibê û gundewarên wê ne û alîkariyên ku tên derbaskirin naghêjin wan û tenê komên çete jê feydê dibînin.

Koçberên li kampa Ebû Qibêi: Dema em li Idlibê bûn alîkarî nedigihêştin me

Welatiyê bi navê Ebdulhemîd Hebal destnîşan kir dema ku ew li Idlibê bûn, tu alîkarî bi dest nedixistin .

Hebal da zanîn ku ew bi xizmên xwe yên li Idlibê re didin û distînin û piştrast dikin ku ji zû ve tu parên xwarinê yan jî tenduristiyê negihaştiye wan.

Koçberên li kampa Ebû Qibêi: Li Idlibê tenê komên çete sûd ji alîkariyê digirin

Ebdulhemîd Hebal got ku tenê Tirkiyê û komên çete ên girêdayî wê sûdê ji alîkariyan digire û da zanîn ku hemû şêniyên wê herêmê vê rastiyê dizanin.

Koçberê bi navê Ehmed Riyad axivî û got ku NY`yê bi vekirina dergehê Bab El-Hewa li Idlibê piştgiriya terorê dike, ji ber ku komên terorîst sûdê ji vê biryarê werdigirin.

Koçberên li kampa Ebû Qibêi bang li NY kir ku deriyê Til Koçer veke

Koçberên Idlibê yên li kampa Ebû Qibêi ya li bajarê Reqayê dimînin di dawiyê de bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û NY`yê kir ku dergehê Til Koçerê vekin da ku alîkarî ji tevahî koçber û gelê Sûriyê re were şandin.

Back to top button