5 çeteyên dewleta Tirk li ser xeta El-Sacûr hatin kuştin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Ragihand ku 5 çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Minbicê hatin kuştin.

Navenda ragihandin û Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Ragihand ku komek çeteyên dewleta tirk hewil dan ber bi cih û deverên Meclisa leşkerî a li ser xeta El-Sacûr bi pêş de werin.

Hat gotin şervanên meclisa leşkerî bersiv dan û di encama şer de, 5 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Dewleta Tirk û çeteyên xwe şûnwarên Serêkaniyê vedikolin

Li aliyekî din çeteyên koma bi navê El-Hemzat a dewleta Tirk, beriya çend rojan li girê gundê Til El-Cehaş ê başûrê Serêkaniyê dest bi lêgerîna şûnwaran kirin.

Beriya niha jî dagirkeran gundê Til Helef ê dîrokî koland û hemû şûnwarên wê dizîn û birîn Tirkiyê.

Her wiha hêzên dagirker gundên êzîdiyan ên li rojhilatê Serêkaniyê û goristanên gund jî rûxandin.

Back to top button