EGER FEYLEQA PASDARAN BIKEVE LÎSTEYA TERORÊ HÛN Ê EWLEHIYÊ NEBÎNIN

Piştî biryara Emerîkayê ku ew ê Feyleqa Pasdarên Îranî bike lîsteya terorê, Îran gefan li ewlehiya Amerîkayê dixwe.

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf diyar kir ku xistina Feyleqa Pasdarên Şoreşger ya Îranî di lîsteya rêxistinên terorîst ji aliyê Amerîkayê de wê encamên xerab bi xwe re bîne.

Derbarê vê yekê de jî Feyleqa Pasdaran gef li Emerîka xwar û got:

Eger Waşintonê me di lîsteya terorê de bi cih bike, wê hêzên li rojavayê Asyayê ewlehiyê nebînin.

Hefteya borî berpirsine Emerkî ragihandin ku wê Emerîka Feyleqa Pasdaran weke rêxstineke terorîst nas bike.

Endamekî payebilrind ê parlamentoya Îranî gef li Amerîkayê xwar û got:

Eger Feyleq derbasî lîsteyê bibe, em ê ji aliyê xwe ve artêşa Amerîkî li gel DAIŞ’ê derbasî lîsteya xwe ya terorê bikin.

Tê payîn ku îro ev biryar ji aliyê rêveberiya Amerîkî ve were bichkirin.

Ji xwe Emerîka bi dehan kesayet û komên girêdayî vê Feyleqê derbasî lîsteya navborî kiriye.

 

Leave a Reply

Back to top button