Artêşa Tirk a dagirker dîwarê sînor ê li gundewarê Girê Spî rakir û 70 metre din ber bi xaka Sûriyeyê ve sînorê xwe berfireh kir.
Li gorî ajansa ANHA’yê, artêşa Tirk a dagirker beşek ji dîwarî sînor ê di navbera Tirkiyê û Bakurê Sûriyê de rakir.
Artêşa Tirk dîwarê li gundê Koktepe yê di navbra gundewarê Girê Spî yê dagirkirî û Kobanê de rakir û 70 metre din ber bi xaka Sûriyeyê ve sînorê xwe berfireh kir.
Leşkerên Tirk îro piştî nîvro heman dîwar rakir û li hundirên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi cih kir û wekî gavekê ji bo qutkirina xaka Sûriyê bi nav kir.