
Arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarên Şehba û navçeya Şêrawayê bi dijwarî topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh êvarê bi mûşekan gundên Eyn Deqnê, Minix û Bêloniyê û bajarokê Dêr Cemal ên Şehbayê topbaran kir.
Dagirker gundên Şêrawa û Dêr Cemal topbaran dike
Li rex wê bi zêdetirî 100 mûşekan gundên Şera, Şêrawa jî topbaran kirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, piştî gundên Merenaz û Elqemiyê yên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî topbaran kirin, gundên Aqîbê û Bênê yên Şêrawayê û topbaran kir.
Li gel topbaranê balafirên şer ên nenas li asîmana herêmê digeriyan.
Hemwextî van êrîşan artêşa dagirker derdora kampa Veger ku bi sedan koçberên Efrînê lê dimînin topbaran kir.