Li bajarê Wanê navçeya Elbaqê ji ber lehiyê 400 mih telef bûn

Li bakurê Kurdistan li navçeya Elbaq ê bajarê Wanê lehî rabû di encam de 400 mih telef bûn.

Ji ber barana zêde ya ji saetên êvarî ya li gundê Albayark a Elbaqê lêhî rabû.

Ji ber lêhiyê ziyanê mezin çêbûn û 400 mih telef bûn, dexil, zeviyên gundiyan man di bin avê de man.

Şaredariya ku desthilat AKP-MHP’ê desteserkiriye bi hawara gundiyan naçe û gundî bi derfetên xwe hewl didin ji lêhiyê xwe rizgar bikin.

Roja çarşemê jî li Rîzeyê bajarê Tirkî yê behra reş lehî rabû 5 kes di ava lehiyê de xenîqîn 3 kes jî hîn agahî ji wan nayê girtin.

Back to top button