Termên 60 kesî ji goristanên Efrînê hatin derxistin

Li bajarê Efrîna dagirkirî termê nêzî 60 kesî ji hêla çeteyên dewleta Tirk ve ji goristanan hatin derxistin.

Di derbarê mijarê de Çavdêriya Mafên Mirovan SHOR-ragihand ku Hêzên Tirkiyê pêvajoya derxistina cenazeyên sivîl û leşkeran ji gorek komî li Efrînê didomînin.

SHOR’ê got:

”Heta niha hejmara cenazeyên derxistî gihane 57 cenaze yî.

Ev kesên ku li goristanê termên wan hatine derxistin hin ji wan kesên navdarin.

Piraniya wan ji destpêka dorpêça Efrînê 2018′ an de hatibûn kuştin.

Zêdeyî 40 cenazeyên di destpêka 2018 de hatibûn kuştin tê de hatin dîtin.

Hêjayî bi bîr xistinê, ku Hêzên Tirkiyayaê goristanên Metînaمتينا, Qazqlê, Evêsta û Sinara ya arkeolojîk li ser rêka Kefrşêl rûxandin û kirin sûka firotina pezan.

Back to top button