Parleparlementoya Belçîkayê komkujiya Êzidiyan wek jenosîd nas kir

Parlementoya Federal a Belçîkayê dûh êvarê ji bo nîqaşkirina li ser pêşnûmeya naskirina fermana 3’ê Tebaxa 2014’an weke jenosayid ku ji aliyên hin parlamenteran ve hatibû pêşkêşkirin civiya.

Piştî civînê pêşnûme biryar di saetê şevê de ket ber dengdanê û parlamentoyê qirkirina Êzîdiyan ya 2014’an ku ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hatibû wek jenosîd qebûl kir.

Pêşnûme biryara naskirina fermana 3’ê Tebaxa 2014’an weke jenosîdê ango qirkirina Êzîdiyan li Meclîsa nûneran a Belçîkayê hate nîqaşkirin.

Ji parlamenterên pêşnûme biryarê pêşkeşkirine N-VA Koen Metsû yê ji hevgiritna nû ya Flaman axivî û got:

“Ev biryar dibe hemû pirsgirêkê çareser neke, lê hê jî di destê DAIŞ’ê de 2 hezar û 500 jin û zarok hene.

Em bi pêşnûmeyê ne tenê qirkirina Êzîdiyan nas dikin di hema demê de ji bo hesab ji DAIŞ’ê bipirsin û alîkariyê bidin Êzîdiyan gav davêjin.”

Hemû parlamenterên ku li ser navê partî û fraksiyonan axivîn, piştgirî dan pêşnûme biryarê.

Di pêşnûmeya ku bi deh xalan pêk tê de sûcên li ser Êzîdiyan hatiye rêzkirin û baldikişînin li ser van mijaran:

Ji 2014’an û vir ve DAÎŞ’ê di serî de Êzidî, Asûrî, Suryan, Keldanî, Şebek, Tirkmen, Kurd, Elewî, hevzayendî, Misilmanên Sunî yên li derveyî xwe kirin hedef.

Pêşnûme biryar di saetên şevê de ket dengdanê û pêşnûme bi piştgiriya hemû komên di parlamentoyê de hate qebûlkirin.

Di pêşnûme biryarê de ev xwestek ji hikûmeta federal hate kirin:

Ji bo ku sûcên ku DAIŞ’ê li Iraq û Sûrî li dijî Êzîdiyan kiriye bê ceza nemîne divê hiqûqa netewî û navneteweyî were bikaranîn.

Ji bo Belçîka faîlên ku li dijî Êzîdiyan sûc kirine tespît bike, piştgiriyê bidin Edaleta Belçîkayê.

Destekdayîna ji bo ji nûve avakirina bajar û gûndên Êzîdiyan yên kû hatine hilweşandin.

Alîkariya mirovî ya taybet pêşkêşî kesên ku rastî tundiya zayendî, koletî û kiryarên din yên dermirovî hatine bê kirin.

Parlamentoya Ewropa, meclisa parlamenteran ya konseya Ewropa, meclisa nûneran ya Amerîkayê, hovîtiya DAIŞ’ê ya li dijî Êzîdiyan weke jenosîd qebûl kirin. 6’ê Tîrmehê jî parlamentoya Hollandayê fermana 3’ê Tebaxê weke jenosîd naskir.

Qirkirina Êzîdiyan hên jî Qirkirina Êzidiyan hê li Konseya Ewlekariya NY’yê û ji aliyê dadgehek navneteweyî ve nehatiye qebûlkirin

Back to top button