Li Almanya û Belçîkayê ji ber baraneke giran zêdeyî 147 kesî jiyana xwe ji dest dane

Li Almanya û Belçîkayê ji ber baraneke giran ku ev çend roj dibare, zêdeyî 147 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Belçîka û Almanya ji ber barîna barana zêde di rewşeke xerab de ne.

Li herêma Valon a Belçîkayê ava gelek çeman bi ser ve çû û vê yekê rê li ber lehiyê vekir..

Gelek cih û warên sivîlan di bin avê de man..

Li gorî rayedaran Belçîkî heta niha 66 kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek kes ji cih û warên xwe bûne..

Wek Belçîka Luksemburg û Hollanda jî ev çend roj in baran dibare û gelek dever di bin avê de ma ne..

Lê welatê ku herî zêde ji baranê bandor bû Almanya ye.

Li gorî rayedarên Alman heta niha 81 kesan jiyana xwe ji dest daye û zêdeyî 300 kes jî winda ne.

Ji ber lehiyê gelek gek ji cih û warên xwe bûne.

Back to top button