YSK’Ê JÎ SERLÊDANA HDP’Ê YA JI BO MÛŞÊ RED KIR

Piştî hilbijartina Herêmî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pêk hat, ji ber sextekarî û hîleyên AKP’ê gelek itîraz hatin kirin.
Lê îtîrazên ku tên kirin, ji derveyî yên AKP’ê, piranî têne redkirin.
HDP’ê ji bo li Mûşê deng ji nûve werin jimartin serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê da, lê dîsa îtîraza HDP’ê hat redkirin.

Di ser hilbijartina 31’ê Adarê re hefteyek derbas bû.

Heta niha jî encamên fermî ne hatine eşkerekirin..

Sedema xwe ya bingehîn ji ewe ku heta niha li hinek bajaran ji ber AKP’ê deng têne jimartin.

Di hilbijartina 31’ê Adarê de li navenda Mûşê li gorî encamên nefermî Îtîfaqa Cumhur 15 hezar 919 deng û HDP’ê jî 15 hezar û 381 deng wergirtibûn .

2 hezar û 500 dengên hatin bikaranîn jî betal kirin.

HDP’ê diyar kir ku bi piraniya dengên hatine betalkirin dengên wan bûne û ji bo deng ji nûve bên jimartin serî Lîjneyên Hilbijartinê yên Navçe û Bajêr dabû.

Her du lîjneyan jî îtîraza HDP’ê red kiribû.

Li ser vê yekê HDP’ê serî li Lîjneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dabû.

YSK’ê îtîraza HDP’ê nirxand û biryara redkirinê da.

Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik di hesabê xwe yê Twîtterê de bertek nîşanî redkirina serlêdana wan da û got:

“YSK’ê bi bayê bezê serlêdana me red kir.

Wê ev gel we efû neke.”

LI STENBOLÊ JI SEDÎ 91’Ê DENGAN DUBARE HATIN JIMARTIN

Li Stenbolê jî li ser îtîraza AKP’ê dengên ku hatibûn betalkirin dubare tên jimartin.

Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu, ji bo mazbata Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bigirin serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da.

Seroka CHP’ê ya Stenbolê diyar kir ku heta serê sibê ji sedî 91 dengên ku nehatibûn hesibandin ji nûve hatin jimartin û li gel ku ji sedî 91 deng ji nûve hatin jimartin jî dîsa ferq 15 hezar û 494 e.

Hemû dengê nehatine hesibandin bên jimartin jî dîsa encam nayê guhertin.

IŞIK: YSK, DAWÎ LI BÊHIQÛQIYÊ BÎNE

Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensur Işik biryara Lîjneya Hilbijartinê ya YSK’ê ya redkirina ji bo Mûşê wek “bêhiqûqiyê” nirxand û got:

“Em carek din bang li YSK’ê dikin; gavek berî gavekî dest ji vê bêhiqûqiya xwe berdin û dawî li bêedaletiyê bînin.”

HEVŞAREDARÊN ÊLIH, CIZÎR Û GIMGIMÊ MAZBATA XWE GIRTIN

Li aliyê din Hevşaredarên Êlih, Cizîr û Gimgimê piştî di Hilbijartina 31’ê Adarê de bi ser ketin, hefteyek şûnde mazbata xwe girtin ango karê xwe yê şaredariyê dest pê kirin .

 

 

Leave a Reply

Back to top button