Koçberên ji Efrînê nêzîkatiyên UNICEF’ê bi dûrî pîvanên xebata wê û wekî siyaseteke dijminane ya li dijî şêniyên Efrînê bi nav kirin.. UNICEF’ê miqdarê ava ku dida koçberên Efrînê kêm kir û li dijî vê nêzîkatiyê bertek derketin.. Koçberan eşkere kir kir ku ev yek bi hevkariya hikumeta Şamê ku ambargo li ser Şehbayê demeke dirêj e sepandiye pêk tê. Desteya Şaredariyan jî bang li UNICEF’ê kir ku ji çarçoveya xebata xwe ya mirovî dernekeve.