UNICEF ku av li ser koçberên li Şehbayê kêm kiriye banga xebitandina stasyona Elok dike

Rêxistina UNICEF’ê ku ava vexwarinê li ser koçberên Efrînê yên li Şehbayê, kêm kiriye banga xebitandina stasyona Elok kir.

Rêxistinê destnîşan kir ku ji ber rawestandina stasyona Elok zêdetirî milyonek kes ku di nav de koçber jî hene xeteriyan re rûbirû mane.

UNICEF’ê destnîşan kir ku gelek rapor piştrast dikin ku gelek malbatên koçber ji bo peydakirina avê, jêderên ne ewle bi kar tînin.

Rêxistinê da xuyakirin ku bikaranîna jêderên ne ewle yên avê nexweşiyan belav dike.

Rêxistina UNICEF’ê di dawiyê de banga xebitandina stasyona Elok kir.

Back to top button