SERDEMEKE REŞ Û TARÎ BI SER ŞÊNIYAN RE DERAS KIR

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê Reqa dagir kirin, serdemek reş û tarî bi ser şêniyan re derbas bû.
Şêniyên Reqayê di dirêjiya dagirkirina bajêr de gelek êş û zehmetî kişandin.
Bi tayebetî jî malbatên ku kirinên van çeteyan qebûl ne dikirin, êşekî hîn zêdetir dikişandin.
Ji van, Malbata Xisûn Mihemed Xelef û malbata Elî Hesen ku di wê serdema tariyê de bûn.
Her du malbatan dema taritiya DAIŞ’ê vegotin.

Di destpêka 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê herêmên berfireh ji Sûriyê û Iraqê dagir kirin.

Ji bajarên herî girîng ku dagir kiribûn Musil, Dêrazor û Reqa bû.

Van çeteyan jî bajarê Reqa ji xwere weke paytext diyarkiribûn û hişmendiya xwe ya tarî û dermirovî herî zêde li vir dida meşandin.

Xisûn Mihemed El-Xelef yek ji şêniyên Reqayê ye û niha di Şaredariya Gel a bajarokê El-Himêrat, yê gundewarê Reqayê de dixebite.

Çeteyan bavê Xisûn Mihemed Xelef û birayê wê Silêman kuştine.

Xisûn zilm û hovîtiya DAIŞ’ê wiha vegot:

Rojekî hindek çeteyên DAIŞ’ê yên rûpoş bi ser mala me de digrin.

Çeteyan çavê gelek ji endamên malê girêdan û bi erebeyek leşkeri birin baregeha xwe ya li stada Reş a li navenda Reqayê.

Çeteyan, girtî ji lingê wan ve bi banê xanî ve girêdidan.

Bi rojan wisan dihiştin heta ku tiştên nekirîne bêjin.

Dema em li girtiyên xwe digeriyan çeteyan di gotin malbata we ne li cem me ne.

Piştî derbasbûna demek dirêj, şênî ji Xisûn re dibêjin ku çeteyan bav û birayê wê li qadek ya Reqayê li ber çavê şêniyan kuştine.

Çeteyan navên wan li ser malperên têgihiştinê belav kirin û tewana wan jî têkiliya bi QSD û Koalîsyona Navdewletî re bû.

Piştî ku QSD’ê bajar ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, Xisûn tevlî xebatên avakirina civakê dibe.

Xisûn di şaredariya bajarokê Himêrat ê gundewarê rojhilatê Reqayê de dixebite.

Xisûnê got:

Divê jin jiyanek nû bijî, bi hêviya ku êşên xwe ji bîr bike.

Êşên ku malbata Elî El-Hesen a ku ji 12 endaman pêk tê, ne ji yên malbata Xisûnê kêmtire.

Çeteyên DAIŞ`ê her du kûrên El-Hesen , bi hinceta danûstandina bi QSD re digirin.

Dayîka wan Şaha El- Hisên diyar kir ku wê heta niha jî hêviya dîtina her du kurên xwe winda nekiriye û ev tişt anî ziman;

“Ez niha jî li benda vegera wan im.

Dibe ku QSD wan ji me re bi saxî vegerîne û mala me şên bikin.”

Leave a Reply

Back to top button