Şervanê Cebhet El-Ekrad Hisên Elî Xelîl li Minbicê hat oxirkirin

Şêniyên Minbicê cenazeya şervanê Cebhet El-Ekrad Hisên Elî Xelîl ê ku dema bi erka xwe ya leşkerî radibû gihaşt asta şehadetê, li goristana Şehîdan spart axê.

Bi dehan welatiyan piştî wergirtina cenazeyê şehîd Hisên Elî Xelîl ji pêşiya Nexweşxaneya Firat berê xwe dan goristana Şehîdan a li rojavayê bajêr.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, bi navê Cebhet El-Ekrad, Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê û Rêveberiya Sivîl a Minbicê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştî axaftinan nasnameya  şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de şehîd di nava sloganan de hate veşartin.

Back to top button