Li Til Temirê zêdetirî 100 hezar mirov ji av û kehrebeyê bêpar in

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temir diyar kir ji ber siyasetên dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 100 hezar mirov li Til Temirê bê av û kehrebe ne.

Dewleta Tirk a dagirker bi her awayî şerê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Ji wan rêbazan qutkirina av û kehrebe li ser şêniyan e.

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temir Ciwan Mele Eyûb di derbarê mijarê de axivî.

Ciwan Mele Eyûb anî ziman:

“Ji dema ku dewleta Tirk gihiştiye nêzî navçeya Til Temirê bi domdarî êrîşê şêniyê Til Temir dike û şêniyan tengav dike.

Ev yek bi rêya qutkirina av û kehrebeyê pêk tê., ji zêdetirî du heman ve av li ser herêmê qut kiriye.”

Ciwan Mele axaftina xwe wiha berdewam kir:

“Herêm êşeke din dikişîne, ew jî qutbûna kehrebeyê ye.

Li herêmê qet kehrebe tune ye, ji ber dewleta Tirk li gel bilindbûna pileya germê ava çemê Firatê qut kir.”

Dagirkeriya Tirk bi her awayî hewl dide ku bi kaxeza ava stasyona ELok ve zextê li Rêveberiya Xweser bike.

Back to top button