“Ji bo çareseriyê dê di navbera Talîban û Efxanistanê de danûstandin dest pê bike”-HAT NÛKIRIN

Bi salane xebatên ji bo aşîtiya Efxanistanê têk diçin. Danûstanên Îlona 2020 li paytexta Qeter Duhayê despêkirbû, di Sibata 2021′ an têk çû.

Îro carek din li Duhayê danûstandinên aşîtiyê despêkirin û peymanên aşîtiyê tên dawîn. Himwextî peyamanên aşîtî û pêşniyarên çareseriyê, li Efxanistanê şerê navbera dijwar bûye.

Di 29′ ê Sibata 2020′ an de Dewletên Yekbûyî yên Amerîka bi Talîban re peymana aşîtiyê îmze kir.

Di peymanê de DYA soz da ku tevahî leşkerên xwe ji welat vekişîne.

Piştî îmze kirina peymana navbera DYA û Tevgera Talîban, 12′ ê Îlona 2020 an li paytexta Qeter Dohayê danûstandin despêkirin.

Di Sibata 2021’an pêyî gihiştina encaman danûstandinên navbera Talîban û hikumeta Efxanistanê, bi têkçûnê bi dawî bûn.

Îro carek din danûstandin despêkirin û Doha malovaniyê dike.

Ebdullah: Gelê Efxan ji ber şer azaran dikêşe

Serokê Konseya Bilind a Lihevhatina Neteweyî ya Efxanîstanê Ebdullah Ebdullah di axaftina xwe ya vekirina danûstandinan de got:

Li welat tundî didome û gel di rojên zor re derbas dibe.

Yê ku ji şer azaran dikişîne jî, gelê Efxanistanê ye.

Pirsgirêka Efxanistanê bi şer çareser nabe.

Ebdullah anî ziman ku ji bo pêkanîna aştiya li welat, piştevaniya hêzên herêmî û navdewletî heye.

Birader: Pêwistî bi pergaleke Îslamî xurt û serbixwe heye

Serokê Buroya Siyasî ya Talîbanê li Qeterê Mele Ebdulxanî Birader jî got:

Di nava çil salên derbasbûyî de, gelê Efxanistanê rastî gelek zehmetî û pirsgirêkan hat.

Ji bo çareseriya pirsgirêkên li welat, pêwîstî bi pergaleke îslamî ya xurt, navendî û serbixwe heye.

Pêwîste xweperstî û perjewendiyên şexsî bên derbaskirin, Efxanistan malê hevpar yê tevahî Efganan e.

Birader di axaftina xwe de hêviyên xwe anî ziman û got:

Tevî hemû pirsgirêkan, em hêvî dikin ku danûstandin bigihêjin encamê.

Li sînorê Efxanistanê şerê ji bo kontrolkirina dergehan didome

Himwextî danûstandinên li Dohayê, li Efxanistanê navbera hêzên hikumetê û çekdarên Talîbanê de şer didome.

Çekdarên Talîbanê di êrîşên demên dawî de hemû eyaletên li ser sînorê Ozbekîstan û Tacîkîstanê kontrol kir.

Her wiha deriyê sînor ê Xeyratan ku rêya herî girîng ya bazirganiya ber bi Ozbekîstanê ye, ji du aliyan ve dorpêç kiriye.

Çekdarên Talîbanê, 8′ Tîrmehê Dergehê Qela Îslamî ya li ser sînorê Îranê û 14 Tîrmehê jî deriyên sînorî yên Spîn Boldak ên li er sînorê Pakîstanê kontrol kir.

Li Eyaletên Badaxan, Tahêr, Xeznî, Xerat, Qendehar û Bedcîsê jî êrîşên dijwar yên Talîbanê didomin.

Back to top button