HPG: Li Avaşînê êrîşa dagirkeran hat têkbirin

Berxwedana Gerîlayên HPG’ê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk ya li ser başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike. HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker xwest bikeve çeperên şer ên qada Girê Sor a herêma Avaşîn. Hat gotin li ser destwerdana gerîla dagirker neçar man paş ve biçin.

Gerîlayên Azadiyê di çarçoveya Pêngavên Şoreşgerî de rojane bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeriyê û berxwedana gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de ev agahî parve kir;

“16’ê Tîrmehê artêşa Tirk ya dagirker xwest êrîşê bibe ser tûnelên şer ên li qada Girê Sor yê herêma Avaşînê. Piştî destwerdana hêzên me dagirker neçar man ku bi paş ve biçin.

Heman rojê dagirkeran xwestin ku teqemeniyan li tûnelên şer ên li Girê Sor bi cih bikin. Li ser destwerdena hêzên me hin ji teqemeniyan hatin rûxandin û hinek jî hatin desteser kirin. Artêşa Tirk ya dagirker bi teqemeniyê êrîş bire ser çeperên şer ên li qada Werxêlê.”

17’ê Tîrmehê li dijî dagirkerên ku dixwestin li rêzeçiyayên Cîloyê Biçûk yê herêma Zapê bi cih bibin bi çekên giran çalakiyek hate kirin.”

HPG’ê ragihand 16 û 17’ê Tîrmehê artêşa Tirk ya dagirker bi helîkopter û balafirên şer herêmên Zap û Avaşînê bombebaran kirin.

Hat diyar kirin ji ber van êrîşan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Li aliyê din Navenda Ragihanin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayekî bi navê Armanc Cûdî ku 18’ê Gulana 2021 li Amedê şehîd bûbû, eşkere kir.

HPG’ê ji malbata gerîlayê şehîd û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Back to top button