MSD’ê êrîşa li ser goristana şehîdên Berxwedana Serdemê şermezar kir

Nerazîbûnên li dijî êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya li Efrînê zêde dibin.
MSD’ê jî êrîşa li ser goristana şehîdan şermezar kir û xwest ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan werin kirin.

Meclisa Sûriya Demokratîk jî derbarê heman mijarê de daxuyaniyek da û da zanîn ku idaîyên dewleta Tirk dûrî rastiyê ne.

MSD’ê ev sûc û reşkirina ku çapemeniya dewleta Tirk û çeteyên wê dimeşîne da ku raya giştî tevlîhev bike şermezar kir.

Her wiha rêbazên qirêj ên hikûmeta Tirkiyê bikar tîne da ku destkeftiyên QSD’ê têk bibe, şermezar kir.

MSD’ê bang li hikûmeta dewleta Tirk kir ku dev ji rêbazê dijminahî berde, cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike.

MSD’ê sersaxî ji malbatên wan şehîdan re xwest û da zanîn ku divê Tirkiyê lêborîn ji malbatên wan bixwaze ji ber ku bi cenazeyên wan lîstiye.

Meclisa Sûriya Demokratîk bang li civaka navneteweyî kir ku komîteyeke taybet ava bike da ku lêpirsînê di vê mijarê de bike û ji bo vegera koçberên Efrînê têkeve nava tevgerê.

Back to top button