Hesen Koçer: Şoreşa Rojava li ser mîrateya bi salan ava bûye

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Hesen Koçer jî destnîşan kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê xwe sparte hêza gel û wiha ava bû û got, “Li Rojhilata Navîn cara yekem şoreşeke wiha pêk hat. Ji bo gelan bû hêvî.”

9 sal li ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku çirûska wê li Kobanî dest pê kir, derbas dibin.

Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser Hesen Koçer têkildarî vê yekê ji ajansa ANF’ê re axivi.

Hesen Koçer diyar kir ku Şoreşa Rojava tam di wextê xwe de çêbû û da zanîn mekan, zeman, şert û mercên heyî rast hatin xwendin û tevger çêbû.

Koçer anî ziman ku Şoreşa Rojava li ser mîrate, tecrûbe û têkoşîna tevgera azadiyê ya bi salan ava bûye.

Koçer bal kişande ser cudabûna startejiya Şoreşê li Bakur-Rojhilatê Sûriyê û li Derayê ku çirûsak aloziya Sûrî li wir dest pê kir û got:

”Stratejiya şoreşê li Bakur-Rohhilatê Sûriyê Stratejiyeke zelal bû, xwe sparte hêza gel. Armanca wê ne hilaweşandina rêjîmê û ketina şûna wê, armanc avakirina civaka demokratîk, exlaqî û polîtîk û pêşxistina çanda demokratîk bû.”

Hesen Koçer: Li Rojhilata Navîn cara yekem şoreşeke wiha pêk hat

Koçer da zamçm Şoreşa Rojava li ser mîrateya bi salan ava bû û diyar kir di avakirina rihê welatparêzî û netewî de keda tevgera azadiyê ya Kurd zêde ye.

Koçer destnîşan kir Şoreşa Rojava ne tenê ji bo Bakur-Rojhilatê Sûriyê, ji bo Rojhilata Navîn jî dibû modêl û got, “Li Rojhilata Navîn cara pêşî bû ku şoreşeke wiha pêk hat.”

Back to top button