Polîtburoyê hemû desthilatên Lahor Şêx Cengî da Bafil Talabanî

Piştî aloziya çend rojan ya di nava YNK’ê de polîtburoya YNK’ê hemû desthilatên hevserok Lahor Şêx Cengî jê girtin û dan hevserok Bafil Talabanî.

Polîtburoya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) bi biryarekê hemû desthilatên hevserokatiyê yên Lahor Şêx Cengî jê wergirtin û dan Bafil Talabanî.

Li gorî daxuyaniya Polîtboruya YNK’ê, di civîna 15’ê Tîrmehê de, bi erêkirina hemû endamên polîtboruyê, hemû desthilatên hevserokatiyê yên Lahor Şêx Cengî jê hatin wergirtin û dan Bafil Talabanî.

Biryara Polîtburoya YNK’ê wiha ye:

-Hevserok Lahor Şêx Cengî hemû desthilatên xwe dide Hevserok Bafil Talabanî, heta sererastkirina rêziknameyê.

-Ev biryar di roja hatî derxistin de pêk tê.

Ji bo çareserkirina aloziya di nava YNK’ê de hevserokên wê 3 caran kom bûn û herî dawî herdu hevserok li gel Polîtburoyê civiyan.

Di 8’ê Tîrmehê de Bafil Talabanî û Qubat Talabanî biryara guhertina Berpirsê Saziya Zanyarî (îstixbaratê) û Dije Terorê dan. Ev yek jî bûbû sedema nerazîbûna Lahor Şêx Cengî.

Back to top button