ÇETEYÊN TIRKIYÊ REVANDINA SIVÎLÊN EFRÎNÊ DIDOMÎNE

Her roj artêşa Tirk û çeteyên wê rûyê xwe yê rast hîn zêdetir didin xuyakirin.
Çeteyên ku ji nirxên mirovahiyê para xwe ne girtine goristanan wêran dikin.
Herî dawî li navçeya Mabata goristanekî Elewiyan kolan û xera kirin.
Her wiha çeteyan 6 peymangehên mûzîkê jî girtin û rêveberê peymangehekê jî revandin.
Lê ya balkêş vê carê çeteyan yek ji endamên hevkarê xwe ENKS’ê jî revandin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Kiryarên çeteyan li Efrînê ji revandina sivîlan didomin ku heta niha çarenûsa zêdetirî hezar kesî ne diyar e.

Li gorî çavkaniyekî ji hundirê Efrînê çeteyan berî 4 rojan Mihemd Egîd Sîdî û dotmama wî Necah Egîd ku ji gundê Hepo yê navçeya Mabata ne, revandin.

Çeteyan kesê bi navê Emîn Amarî yê 27 salî yê ji gundê Meskê yê navçeya Raco jî berî 4 rojan revand.

Bi heman rengî sivîlê bi navê Beşar Kemal Hisên Mistefa.

Çeteyên Tirkiyê siyaset metirsiyê jî li ser sivîlan dimeşînin.

Yanî gefê li gel dixwin da ku malên xwe ji çeteyan re vala bikin.

Herî dawî çeteyan gef li şêniyê bi navê Îsa Ednan xwarin, da ku mala xwe ya li kolana vêlat ji çeteyan vala bike.

Ne tenê ev, lê çeteyan 6 peymangehên muzîkê yên li bajarê Efrînê û navçeya Cindirêsê yên bi navên DarSaz, Awaz, Adîk, Arya, Aslan û Art jî girtin.

Û rêveberê peymangeha Arya Mihemed Abdulrehman li navçeya Cindirêsê beriya 15`e rojan ku revandine heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Weke tê zanîn endamên ENKS`ê ajanên dagirkeriya Tirkiyê ne û beşdarî kiryarên wêrankirinê jî dibin. Lê çeteyan endamekî wan jî dane revandin.

Li gorî agahiyên ajansa Hewarê, dagirkeriya Tirkiyê endamê ENKS`ê Hisên Îbiş ku ji gundê Xirbê ye, ji 31`ê Adarê ve girtiye û hîn jî çarenûsa wî ne diyar e.

ÇETEYÊN TIRKIYÊ GORISTANA ELEWIYAN WÊRAN KIR

Çeteyên Tirkiyê ku para xwe ji nirxên mirovahiyê ne gitine xirakirina goristanan jî didomînin.

Piştî çeteyan zêdetirî 20 goristanên êzidî û elewiyên xera kirin, çavkaniyan diyar kir ku çeteyan Goristana Yexmûr Dada ku yek ji goristanên elewiyan ên li navçeya Mabata ye, kolandiye.

Wêneyên ku derketine jî rastiya li herêmê nîşan didin.

Li gorî wêneyên ku gihane ajansa Hewarê, çeteyan bi armanca talankirina şûnwaran goristan kolane.

Leave a Reply

Back to top button