Efrîn..Hefteya borî 4 sivîl hatin revandin û 95 darên zeytûnê hatin birîn

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê rojane zêde dibin.
Malpera Çalakvanên Efrînê ragihand ku hefteya borî 4 sivîlên Efrînî hatin revandin.
Dagirkeran 95 darên zeytûnê birîn û agir bi daristaneke li navçeya Cindirêsê xist.
Her wiha ji bo çeyan avakirina kampan jî dewam dike.

Li Erîna dagirkirî sûc û kirinên dewleta Tirk a dagireker û çeteyên wê, rojane zêde dibin.

Tora çalakvanên Efrînê di bîlancoyek xwe de ragihand ku di nav heftiya borî de gelek sûcên ku dagirkeriyê li dijî Efrîniyan pêk anîne, belgekirin.

Hat ragihand ku ji bo standina pereyan, ji navçeyên Mabata û Raco çeteyan 4 sivîl revandin û navên wan jî wiha ne;

Elî Xelîl, Mistefa Mihemed Bekir, Kemal Mihemed û Xerîb Ehmed Elo ne.

Malperê destnîşan kir ku piştî standina 4 hezar dolar ji şêniyê bi navê Luqman Hebeş ê ji navçeya Cindirêsê, çeteyan ew ber da.

Di çarçoviya guhdrtina demogarfiyê de malperê diyar kir ku dagirkeriya Trik di heftiyê borî de ji malbatên çeteyên xwe re wargeheke niştecihê li derdorî navedê Efrînê ava dike.

Ev wargeh di navbera gundên Qîbarê û Tirindê bi destekdayîna komeleyên girêdayî rêxistina Ixwan El-Muslimîn tê avakirin.

Di vê hefteyê de jî dagirkeran 25 malên şêniyên gundê Qurqulaqê yê navçeya Şera wêran kirin.

Her weha li heman gundî jî ji bo dizîna şûnwaran ziyareta Ebdilqadir wêran kir û dara beru ya temenê wê nêzî 300 sal ku li derdora ziyaretê hat birîn.

Malperê di bîlancoya xwe de jî belge kir ku çeteyan di hefteya borî de li navçeyên Bilbilê û Raco 95 darên zeytûnê birîn.

Bi armanca bazarganiya êzingan çeteyan agir bi daristaneke li navçeya Cindirêsê xist.

Back to top button