2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hatin oxirkirin

Li Minbicê bi merasîmekê cenazeyê du şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hatin oxir kirin.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Edhem El-Mihemed di encama êrîşên dewleta Tirk ên li ser gundê Ewn El-Dadat yê Minbicê û Xalid Mehmûd Ebdullah dema li ser erka xwe bû şehîd bûn.

Ji bo oxirkirin cenazeyên her du şehîdan li goristana şehîdan bi beşdarbûna bi dehan ji şêniyên bajêr merasîm hat lidarxistin.

Li goristanê berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Şervan Derwîş axivî û diyar kir ku şehîdan canê xwe ji bo ewlehiya vî welatî û azadiya vî gelî, feda kirin.

Hevserokê Meclisa Malbatên şehîdan li Minbicê, Rebî Izedîn jî di merasîmê de axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî ku nasnameya her du şervanan hat xwendin, cenazeyên wan bi dirûşmeyan hat oxirkirin.

Back to top button