Felaketa baranê..Li Almanya û Belçîka zêdeyî 157 kes mirin

Felaketa baranê di nava welatên parzemîna Ewropa de, herî zêde bandor li Almanya û Belçîka kiriye. Heta niha herî kêm 157 kes mirine.

Xebatên lêgerîn û xelaskirin jî didomin. Li Almanya tankên artêşê ji bo piştevaniya tîmên rizgarkirinê daketine bajar. Li Belçîka jî ji bo kesên mexdur alîkarî hatin komkirin.

Li parzemîna kal Ewropa felaketa herî mezin ya nîva sedsala derbasbûyî tê jiyîn.

Barana zêde ku bû sedema lêhî û felaketê, li Almanya jiyan tevizandiye.

Heta niha 133 kes mirin.

Li gorî polîsan li herêma Ahwieler a dikeve başûrê Kolnê nêzî 90 kes mirine.

Her wiha veguhestina nêzî 700 şêniyan ji bo herêmê jî pêk hat.

Bi tejîbûna bendavan re, gelek navçe û herêmên Almanya di bin avê de man.

Tîmên alîkariyê jî bi rêya botên biçûk xebatên lêgerîna kesên winda pêk anîn.

Tankên Almanya jî ji bo xelaskirin û alîkariyê piştevaniya tîmên rizgariyê kir.

Yek ji welatên din yên Ewropa ku ji barana zêde û lehiyê para xwe girtî Belçîka ye.

Li gorî navenda Krîza Netawî ku xebatên rizgarkirina welatiyan koordîne dike, heta niha 24 kes mirine.

Navendê da xuyakirin ku nêzî 20 kesan ji winda ne.

Li eyaletên Luksembûrt û Namur yê başûrê Belçîkayê jî hikumet ji bo pêwistiyên jiyanî yên welatiyan ketine tevgerê.

Li Belçîka gelek xanî di bin texteriya hilweşînê de ye.

Zêdebûna avê Hollanda jî xistiye nava alarmê.

Ava zêde ya ku rabûyî ber bi Hollandayê ve diherike.

Ev yek jî bûye sedema ku li parêzgeha Lîmburgê xebatek zêde were kirin.

Barana zêde, tevî ziyanên cînî ziyanên aborî jî li herdû welatan kir.

Di demên derbasbûyî de zanyaran hişyariya wê yekê dabûn ku guherîna avhewayê wê bibe sedema baranên zêde.

Zanyaran doh ragihandin ku wê bandora vê yekê li ser baranên dawî di nava çend heyfteyan de lêkolîn bike.

Back to top button