Kolombiya: Rêveberek berê yê Haîtî fermana kuştina Moîse daye

Di demeke kuştina Serokdewletê Haîtî Jovenel Moîse tê lêkolînkirin de, ji Kolombiya îdiayên nû derketin.
Polîsê Kolombiya ragihand ku Moîse bi fermana Wezîrê berê yê Edaletê yê Haîtî hatiye kuştin.

Ji berpirsên polîsên Kolombiya Jorge Luis Vargas di daxuyaniyek çapemeniyê de got,

Girtiyan piştî hevdîtina bi Wêzîrê berê yê Edaletê yê Haîtî Joseph Felix Badio re, fermana kuştina Moîse daye.

Vargas diyar kir ku li pişt kuştina Moîse, Badio heye û ev tişt anî ziman:

Li gorî hevdîtina beriya çend rojan, Badio ji çekdarên bi pere re gotiye tenê tişta hun bikin kuştina Serokdewletê Haîtî ye

Serokdewletê Kolombiyayê Ivan Duque jî di daxuyaniya xwe ya duh de ragihand ku hin leşkerên berê ên Kolombiyayê yên binçavkirî nedizanî wê Moîse were kuştin û beşek ji wan jî ew dizanî.

Li aliyekî din, televsioneke ku navenda xwe li Kolombiyayê ye di nûçeya xwe ya spartî Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) îdia kiribû ku li pişt kuştina Moîse serokwezîrê demkî Claude Joseph heye.

Di çarçoveya lêpirsîna li ser kuştina Moîse de 23 kes hatibûn binçavkirin.

Serokdewletê Haîtî Moîse 7 Tîrmehê li mala xwe di encmaa êrişkeke çekdarî de hatibû kuştin û hevjîna wî Martîne Moîse jî birîndar bûbû.

Back to top button