LEYLA GUVEN 152 ROJ IN LI DIJÎ TECRÎDÊ LI BER XWE DIDE

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan hatîn destpêkirin, dewam dikin.
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe, 152 roj in li ber xwe dide.
Çalakiya girtiyên di grevê de jî dewam dike, bi van çalakiyan re jî destekdayîn û piştgirî xurtir dibe.
Rêxistinên demokratîk ên Wan û Mêrdînê derbarê çalkiyan de gotin:
“Berpirsiyarê mirinê hiktûmet e”

Çalakiya Leyal Guven a ku 8’ê Mijdara 2018’an de destpê kirî di roja 152’yemîn de didome.

Tevî çalakiya Guven, çalakiya berxwedêrên di zindanan de jî hîna li dar e.

Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye di roja 114’an de ye.

Ji 1’ê Adarê ve zêdeyî 7 hezar girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Ev çalakî jî îro di roja xwe ya 38’an de ye.

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin didomin.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe dewam dikin.

JINÊN FEMÎNIST: LEYLA GUVEN NIMÛNEYA BERXWEDANÊ YE

Piştgirî û destekdayîna bi van çalakgeran re jî dewam dike.

Têkildarî berxwedana Leyla Guven Jinên endamên Tevgera Feminîst axivîn û teqez kirin ku berxwedana Leyla wê bi serkeve.

Jinên Feminîst berxwedana Leyla Guven silav kirin û gotin:

“Leyla Guven numûneya berxwedanê ye.”

TAŞDEMÎR: DIVÊ HIKUMET DENGÊ KU LI GIRTÎGEHAN BILIND DIBE, BIBHÎZE

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dirayet Taşdemîr jî, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û got:

“Çalakiya greva birçîbûnê hatiye sînorê ku êşên mezin li pêy xwe bihêle. Em bang li hikûmetê dikin ku bi lez tecrîdê rakin. Guh bidin dengê çalakgerên di grevê de û dengê girtiyên di grevê de bibhîze.”

RÊXISTINA DEMOKRATÎK ÊN WAN Û MÊRDÎNÊ BANG LI HIKUMET Û CIVAKÊ KIRIN

Her wiha Platforma Demokrasiyê ya Wan û Mêrdînê, bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê û diyar kir ku ger mirin pêş bikeve berpirsiyarê vê yekê hikûmet e.

Platforman bang li hikûmet û civakê kirin û xwestin li hemberî daxwazên girtiyan gavan bavêjin û bi hestiyarî tev bigerin.

DAYIKÊN AŞTIYÊ: ÊDÎ BES E VÎ DENGÎ BIBHÎZIN

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan jî têkildarî grevên birçîbûnê li avahiya Şaxê Komeleya Mafê Mirovan a Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin û gotin;

7 hezar mirov li ber mirinê ne.Cenazeyên 7 însanan ji girtîgehan derket.

Li benda çi ne. Hêj li benda mirinê ne gelo?

Em bang li hemû kesên xwedî wîjdan dikin ku têkevin nava tevgerê.”

Leave a Reply

Back to top button