Rêveberiya Xweser xwendekarên amadehî yên serkeftî xelat kirin

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê îro 12 xwendekarên amadehî yên di asta yekemîn de bi ser ketine xelat kirin.

Merasîmê xelatkirinê li avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ya navçeya Amûdê hate lidarxistin.

Xwendekara bi navê Nûvîn Ekrem li ser asta herêma Cizîrê bi rêjeya 653 pileyan di beşa wêjeyî de yekem derket.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis diyar kir ku ewê piştgiriya madî û manewî bidin xwendekaran heta xwendina xwe temam bikin.

Xwendekaran diyar kirin ku tevlî hemû astengî, zext û belavbûna vîrusa Coronayê wan dema xwe bi rêxistin kirin heta ku ev pile qezenc kirin.

Piştre Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê xwendekarên serkeftî pîroz kir.

Rêjeya serkeftinê li herêma Cizîrê ji sedî 63 e.

Back to top button