Mezlûm Ebdî: Divê her kes tev li kampanyaya naskirina Rêveberiya Xweser bibe

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî jî duh banga tevlîbûna kampanyaya naskirina statûya Rêveberiya Xweser kir.

Mezlûm Ebdî bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê twîttek bi par ve kir.

Ebdî di twîtta xwe de got:

“Êvara 18ê Tîrmeha 2012’an, saet 20:00 me biryara şoreşa Rojava stand. Em vê rojê li tevaya gelên Bakur Rojhilatê Surî pîroz dikin. Şoreşa Rojava gelê me û cîhan ji tarîtîya DAIŞ’ê parast, lê êdî dem dema tacîdarkirina vê şoreşê ye.”

Di çarçoveyê de, Ebdî bi tiwîtteke din banga tevlîbûna kampanyaya naskirina statûya Rêveberiya Xweser kir û destnîşan kir ku, “Îro saet 20:00’an ew ê li ser tora civakî dest bi kampanyayê bikin, da ku bigihêje hemû saziyên cîhanê.”

Back to top button