KNK û Rêveberiya Xweser 19ê Tîrmehê li gelên herêmê pîroz kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK’ê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rasthatina salvegera 9. salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê peyamên nivîskî weşandin û banga xwedîderketina li nirxên Şoreşê kirin.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê 9 sal li dûyê xwe hişt dikeve sala dehemîn.

Bi boneya vê rojê Kongreya Netewî ya Kurdistanê-KNK’ê daxuyaniyek da.

KNK’ê şehîdên şoreşê bibîranîn û anî ziman: “Serbilindî ji bo hemû wan lehengan yên giyanê xwe ji bona azadî û parastina rojava pêșkeș kirin.”

KNK”ê di daxuyaniya xwe de gavên destpêkê yên Şoreşa 19’ê Tîrmebê bibîrxist û da zanîn ku Şoreşa Rojava li ser bingeha azadî, demokrastî, wekheviyê û jiyana hevbeş a galan hatiye sazkirin.

Bi heman boneyê ve Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:”Şoreşa 19`ê Tîrmehê sala 2012`an ji Kobanê dest pê kir û belavî hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, Şoreşa 19`ê Tîrmehê wekî şoreşeke civakî xwe dûrî destwerdana şerê desthilatdariyê xist.

Em piştrast dikin ku em ê li ser armanc û rêgezên vê şoreşa azad û demokratîk û rêya şehîdan bin.

Em di parastina destkeftiyên gelê xwe de ku bi fedekariyên mezin ên pêkhateyên gelê me hatine bi destxistin, bi îsrar in.

Bi rihê Şoreşa 19’ê Tîrmehê û hêza wê ya ku ji vîna gelê têkoşer girtiye, em ê bigihêjin hemû armancên xwe.”

Back to top button