Li navçeya Hewîce ya Kerkûkê di êrîşa DAIŞ’ê de 4 leşkerên Iraqê hatin kuştin

Li Kerkûkê di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de 4 leşkerên Iraqê hatin kuştin.

Şaneya Ragihandina Leşkerî ya Iraqê derbarê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de daxuyanî da.

Şaneyê diyar kir ku dûh êvarê çeteyan li navçeya Hewîce yê êrîşê foca 4’an ya lîwaya Piyade ya 32’an ya artêşa Iraqê kir.

Di encama êrişê de 4 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin çeteyên DAIŞ’ê liv û tevgera xwe ya li derdora Kerkûkê zêde kirine.

Hêzên Iraqê jî bo tinekirina çeteyan operasyonên xwe berdewam dikin.

Back to top button