TEV-DEM: NY ji sûcên dewleta Tirk berpirsiyar e

Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ê diyar kir ku NY beramber sûcên dagirketiya Tirkî yên li Efrînê berpirsiyar e.

TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de got ku civaka navdewletî, bi taybetî “NY”, ji vekirina Tirkiyê bo gorên şehîdên Berxwedana Serdemê, berpirs e.

TEV-DEM’ê anî ziman ku ji ber bêdengiya civaka navdewletî, li Efrînê teroreke birêxistinkirî û sîstematîk tên meşandin û her ku diçe, dagirkerî hovîtiya xwe berfirehtir dike.

TEV-DEM’ê da zanîn ku dagirkeriya Tirkî piştî 3 salan, gorên şehîdan ên li kêleka nexweşxaneya Avrîn vekirin û got:

“Tirkiye dibêje ku ev gor, goreke komî ye. Armanca wê, reşkirina berxwedana YPG û YPJ’ê ye. Kiryarên ku tên kirin, dermirovî ne, lewre NY, rêxistinên hiqûqî yên navnetweyî ji vê yekî berpirsyar in û li dij êrîşên dagirkeriyê ti helwestê nîşan nadin.

Back to top button