Enwer Mislim: Divê Rêveberiya Xweser ji aliyê hêzên navdewletî ve bê pejirandin

Bi rasthatina salvegera 9. a Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Hevserokê PYD’ê Enwer Mislim eşkere kir Rêveberiya Xwseser ku di encama vê şoreşê de hatiye avakirin, divê ji aliyê hêzên navdewletî ve were pejirandin û fermî were naskirin.

Hevserokê PYD’ê Enwer Mislim bi boneya salvegera 9. Şoreşa 19’ê Tîrmehê, ji ajansa Mezopotamyayê re axivî û behsa zayîna şoreş û rewşa wê ya niha kir.

Enwer Mislim anî ziman ku “Rêveberiya Xweser, tekane deriyê xelasiya gelên Sûriyê ye û divê hêzên navnetweyî wê fermî nas bike.

Mislim diyar kir ku şoreşa 19’ê Tîrmehê, rêyeke nû derxistiye holê û bû şoreşeke gelên Sûriyê.

Hevserokê PYD’ê got:

“Dewletên herêmî bi feraseteke navendî û netewperestî li ber şoreşa 19’ê Tîrmehê rabû.

Ew reş kir û neheqiyeke pir mezin lê kir. Wan dewletan got ku ev şoreş, tenê berjewendiyên hin kesan û tenê gelekî diparêze.

Lê belê tevî hemû kampanyayên wan ên reşkirinê jî; rastî derket holê û tevaya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev kom bûn û Rêveberiya Xweser ava kir”.

Enwer Mislim destnîşan kir ku vê şoreşê, jiyane nû derxistiye holê û xizmeta gel dike.

Mislim da xuyakirin ku Rêveberiya Xweser,di encama şoreşê de hêzên Sûriya Demokratîk QSD damezirand û got:

“Armana projeya ‘Sûriyeya Demokrat’ ew e ku gelên Sûriyê, yên ji ber şer dev ji warên berdaye, vegerîne cihên wan. Lê ber Tirkiye naxwaze li Rojhilata Navîn atmosfereke aştiyane û aram biafire û li dij destkeftiyên gelên Sûriyê tevdigere. Tirkiye bixwe piştgiriya DAIŞ û hemû komên din ên tundrew dike. Lewre, tekane deriyê xelasiyê ew e ku statûya Rêveberiya Xweser ji aliyê hemû hêzên navnetweyî ve bê pejirandin”.

Back to top button