Li Dêrik û Hesekê merasîmên şehîdan hebûn.

Li Dêrik û Hesekê merasîmên şehîdan hebûn.
Bi sedan şêniyên her du bajaran 6 cangoriyên azadiyê bi merasîmên cuda li goristanên şehîdan oxirikirin.

LI DÊRIKÊ JI ALIYÊ SEDAN VE HATIN OXIRKIRIN

Şervanên YPJ’ê Bêrîvan Hebeş bi nasnav Emara Rojhilat, Xurbet Qiblan bi nasnav Konş Botan û şervanê YPG’ê Firat Ataş bi nasnav Mahir Amed di Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn.

Bi sedan şêniyên Dêrik û Girkê Legê piştî wergirtina cenazeyên şehîdan bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê YPG’ê û TEV-DEM’ê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn soza şopandina xeta şehîdan nû kirin.

Girseya gel cenazeyên şehîdan di nava silogan û tililiyên dayikan de spartin axê.

LI HESEKÊ JI ALIYÊ SEDAN VE HATIN OXIRKIRIN

Şervanên Hêzên Xweparastinê Macid Hase, Elî Remedan û Yasîn Elehmed dema li ser erka xwe bûn li cihên cuda şehîd bûn.

Bi sedan şêniyên Hesekê cenazeyên şehîdan ji Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Xweparastinê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan di nava sloganan de hatin oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button