Ji navçeya Mabata ya Efrînê 2 kes hatin revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê her diçe li Efrînê zêde dibe.
Dagirkeran ji navçeya Mabata du sivîl revandin, li navçeya Raco jî di encama bi hevketina çeteyan de jinek hat kuştin û 8 kesên sivîl jî birîndar bûn.
Li navenda bajarê Efrînê jî erebeyek bombebarkirî teqiya.

Li Efrîna dagirkirî, hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan bê navber didomin.

Malpera Afrinpost ragihand ku çeteyan du ciwanên bi navê Cemal Ebdo û Ehmed Hesen yê ji gundê Kokanê yê navçeya Mabata revandin.

13’ê vê mehê, ji bo standina pereyan çeteyan bi tewana veşartina çekan, her du sivîl revandin.

Malperê da zanîn ku beriya niha jî di bin gefa revandinê de, çeteyan ji her du ciwanan du milyon Lîreyê Sûrî standin.

Çete malên Efrîniyên ku hatin koçberkirin difiroşin hev

Li aliyekî din ve, çeteyê bi navê Mihemed El-Mûsa sê mal yên kesê bi navê Heyder ê ku bi darê zorê hatiye koçberkirin, firotin.

Li gorî Malpera Afrinpost, her maleke ku ew çeteyan desteserkiribûn bi 800 dolar firotin.

Her weha çeteyekî ji bajarê Xûta yê Şamê mala kesê bi navê Cîger Mihemed ku destserkiribû bi hezar dolar firot çeteyekî ji Idlibê.

Li Raco di encama bihevketina çeteyan de jinek hat kuştin 8 kes jî birîndar bûn

Di vê çarçovayê de li ser dizîn û talankirina malên Efrîniyan rojane çete bi hev dikevin.

Duh êvarî, li navçeya Raco, çeteyan ji bo destserkirina li ser mala şêniyekî ku hatiye koçberkirin, bi hev ketin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûrî diyar ku li navenda navçeya Raco çeteyên koma Ehrar El-Şerqiyê û koma “Furqeya Nehan” bi çekên giran êrîşî hev kirin.

Hat ragihandin ku di encama şerê çeteyan de jinek hat kuştin, 8 sivîl jî birîndar bûn.

Her weha gelek ziyanên madî gihêşt mal û dikanên şêniyan.

Back to top button